ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Hatiye selimandin ku Îran ser rêketinnama navokî disekine

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li civîna  eşkere ya  roja sêşemiyê ya meclisê da zanînê  Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û rêveberê wê 13 caran eşkere ragihandiye ku  Îran ser rêketinnama navokî sekiniye.

Larîcanî destnîşan kir piştî rêketinnama navokî cida ji çend aliyên dijber û hin liv û tevegrên  navxweyî yên Emerîkayê piraniya dewletan û gelan bi nihlrîneke erênî jibo hevkariyên berfireh tev Îranê hogiriya xwe nîşan dane.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  Îranê bi kiryara  xwe ya  mîna wan  dê  Emerîkayê bîne ser riya rast û tekez kir belge nîşan didin ku Îranê pêsiparteyên xwe li rêketinnama navokî cih aniye.

Meclisa nunerên Emerîkayê piştî serketina  Trump li hilbijartinên serokkomriya vî welatî li kiryareke  bi dijminatî qanûna  boykota Îranê heya 10 salên din jî berdewam kir û her wiha  planeke din jibo girtina pêşiya  firotina balefiran bo Îranê  da pejirandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu