EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed: Rojava bûyesebeba zêdebûna terorîzmê li navçê

Serokkomarê Sûriyê siyasetên şaşe rojava li hemberî Sûriyê û welatên Rojhilata Navîn sebebkarê serekeye zêdebûna grûpên terorîstî li welatê xwe û navçê daye zanîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li hevdîtina duh yekşemê tev taximekî parlemana Ewrûpa bi serokatiya Xaviyêr Kozo cîgirê serokê komîsiyona peywendiyên derveye vê parlemanê li Şamê got: siyasetên şaşe gelek ji welatên rojava ku piştevaniya grûpên terorîstî û reftarên fanatîk kirin û welatên azade navçê yên wekî Sûriyê boykot kirin bûye sebeba serekeye zêdebûna grûpên terorîstî li welatê xwe û navçê ku helbet ev cure reftarên rojava li çarçîva hedefa wan bûye.

Endamên taximekî parlemana Ewrûpali vê hevdîtinê ji xebata xwe bona guhartina nêhrîna şaş a siyasetmedar û xelkê Ewrûpa li bara rûdawên nav Sûriyê xeber dan û hedefa vê seredanê destpêkirina peywendiyên dîplomatîke xwe tev Sûriyê û rakirina boykotên dijî vî welatî dane zanîn.

Taximekî parlemana Ewrûpa ragihandin ku guhartina nêhrîna Ewrûpa li hemberî Sûriyê dê bibe sebeba ewlehî û tenahiya nav vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu