Îran li ser wergirtina malên xwe ji Amerîkayê pêgiriyê dike
ئێران، سووره له وهرگرتنهوهی داراییهکانی له ئهمریکا
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, cîgirê yekem ê serokomarê Îranê, Ishaq Cehangîrî berêvariya şemiyê, 23`ê nîsana 2016`an, li sêyemîn civîna rêvebirên bankên sivîl û dewletê bal kişande ser hikma vê dawiyê ya dîwana bilind a Amerîkayê li ser esasa desteserkirina du miliyar dolar ji darayiyên banka navendiya Îranê li Amerîkayê bi behaneya beşdariya Îranê li tevgerên têrorîstî û dij amerîkî got: Dewlet pêgiriyê dike ku darayiyên gelê Îranê ji riyên qanûnî ji Ameîkayê bistîne.
Cehangîrî bi gotina viya ku li dewrana boykotan, zexta herî zêde li ser pergala bankî û niftê bû, got: Bi saya tevdîrên ku li beşên cûrbicûr hatine girtin me rê neda ku li vê heyamê welat tûşî pirsgirêka cidî bê.
Cîgirê yekem ê serokomarê Îranê bi gotina viya ku asta derfirtona (îxracata) nifta xav a Îranê piştî lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar tûşî zêdebûneke berbiçav bû, got: Li meha adara buhurî rojê du miliyon û 200 hezar bermîl nift û şilikên gazî hat firotin ku helbet zêdetir ji 300 hezar bermîlî ji vê qasê şilikên gazî ne ku bi hetim gereku ev asta derfirotina nift û şilikên gazî zêde bibe û vegere asta berî boykotan.
بهپێی راپۆری ههواڵدهریی ئیرنا؛ ئیسحاق جههانگیری سهرلهئێوارهی رۆژی شهممه له سێههمین دانیشتنی بهرپرسانی بانکه تایبهتی وحکومهتییهکان بهئاماژه به بڕیاری ئهم دواییهی دیوانی باڵای ئهمریکا لهمهڕ ڕاگرتن و بلۆکه کردنی دوو ملیار دۆلار له داراییهکانی بانکی ناوهندیی ئێران له ئهمریکا بهبیانووی هاوبهشیی ئێران له جم وجۆڵه تیرۆریستی و دژه ئهمریکهییهکاندا ، وتی: حکومهت سووره لهسهر وهرگرتنهوهی داراییهکانی گهلی ئێران له ئهمریکا له ڕێی یاساییهوه.
جههانگیری بهئاماژه بهوهی که له سهردهمی بایکۆتدا ، زیاترین گوشار و خهسار له سیستهمی بانکی و نهوتی ئێران کهوت، وتی: به ڕاوتهگبیری ژیرانه له بواره جیاجیاکاندا ڕێگهمان نهدا، لهو سهردهمهدا، وڵات بهرهوڕووی کێشهو گرفتی جیددی بێت.
یاریدهری سهرۆک کۆمار بهئاماژه بهوهی که ئاستی ههناردهی نهوتی سووکی ئێران پاش بهرنامهی ههنگاوی هاوبهش، بهشێوهیهکی بهرچاو زیادی کردووه، وتی: له مارسی ڕابردوودا ، نهوت و شلهکی گازیمان ههتا دوو ملوێن و200 ههزار بهرمیل ههنارده کرد ههڵبهت پتر له300ههزار بهرمیل لهو ڕێژهیه، شلهکی گازی بوو که پێویسته ئهو ڕێژهیهی ههناردهی نهوت و شلهک پهرهبسێنێ و بگهڕێتهوه بۆ ئاستی بهر له سهپێندرانی سزاکان
(BANGÊ ÎSLÂMİ)