ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

‘Îran li warê sekinîna li hemberî her gefekê û di her astekê da, ti şika nade dilê xwe’

Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê yekşemê şev bi armanca cezakirina têrorîstên li Sûrîyê, 6 mûşek avêtin navenda fermandetî û cihên kombûn, piştgirî û sazkirina maşînên bombekirî yên têrorîstan li devera Dêrezorê li rojhilata vî welatî. Mûşekên Sipahê ji esmanê Iraqê derbas bûn û 650 kîlomêtrî wêdatir tam li armancên kifşkirî ketin.

Serdar sertîp Hisên Dêhqan wezîrê berevanîyê yê Îranê li koma nûçegihanan li bajarê Têhranê got: ‘Doktorîna berevanîyê ya Îranê ser bingeha pêşîlêgirtina çalak û kêrhatî ye û di vê çarçovê da, bernameyên berfire li pêşeya mûşekî jibo çêkirina mûşekên Balêstîk û Kurûz bi ardûyên hişk û avkî xistine destûrkara xwe’.

Serdar sertp Dêhqan bal kişand ser êrişa mûşekî ya Îranê ser çeperên têrorîstên li Sûrîyê û got: ‘Ew pişka piçûk ku hat nîşandanê, dikare şîyan û hêza mûşekî ya Komara Islamî ya Îranê nîşan bide’.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê herwiha got: ‘Kiryara hêzên çekdar ên Îranê dijî têrorîstan li Sûrîyê, sîleyeke biçûk bû ku li rû û sûmetê plandarêj û cîanerên kiryarên têrorîstî li Têhranê ket’. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu