ÎranNûçeRojhilatanavin

Qumandê giştî yê Sipahê Pasdaran ser parastin , berfirehkirin û qahîm kirina inqilaba îslamî ya Îranê sekinî

Serdarê Serleşker Muhemmed Elî Ceferî Qumandê giştî yê Sipahê Pasdaran ser parastin li civîna duh sêşemê tev mamostayên derecebilinde hoza îlmiya Qomê got: Nizama îslamî desthata salên dal xebat û mucahideta zanayan bûye û zirûfek bona berfirehkirina inqilabê li cîhanê ye loma em jî wekî eskerên rêberê mezine inqilabê bona berfirehkirina armancên inqilabê li cîhanê dixebitin.

Elî Ceferî Qumandê giştî yê Sipahê Pasdaran bal kişande ser gefên hundirî û biyanî dijî inqilaba îslamî ya Îranê û got: Roja îro îdiaya inqilabîbûnê ji aliyê gelek kesan tê kirin lê kes newêre li hemberî inqilaba îslamî ya Îranê raweste yan neyariya tev inqilabê bike û helbet kesên ku neyarê inqilabê bin çarenivîsa wan diyare.

Serdarê Serleşker Muhemmed Elî Ceferî destnîşan kir; inqilaba îslamî ya Îranê du taybetmendiyên xwe yên hundirî û derveyî hene ku taybetmendiya derveyî hişyariya îslamî û bereya berxwedanê ye.

Serdarê Serleşker Muhemmed Elî Ceferî destnîşan kir; Ew babeta derveyî ya inqilaba îslamî ya Îranê heta Amerîka jî çûye û her eva ku cîhana zorbêjan têkelî hevdû bûye û ewna rastî şeperzetiyê hatine ji şûn û eserên inqilaba îslamî ya Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu