ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran, pêşengê sekinîna li hember terorîsmê

Mehmûd Waêzî, wezîrê peywendî û teknolojiya ragihandinê ya Komara Îslamiya Îranê, yekşemiyê bi şev li rêûrisma salvegera ragihandina Komara Tirkiyê li balyozxaneya vî welatî li Têhranê, destnîşan kir: Îro rojê welatên din jî li rêya şerrê dijî terorîsmê, tevlî Îranê bûne û hêvî heye ku aştî û aramî li navçê misoger bibe.

nûnerê taybet ê serokê Komara Îslamiya Îranê li karûbarên Tirkiyê, bal kişand ser vê yekê ku Têhran bi biryar e ku peywendiyên xwe yên bi enqerê re di warê curbicur berfireh bike û destnîşan kir: Her du welat ligel welatên din hewl didin pirsgirêkên navçê bi riyên aştiyane çareser bibin.

Wezîrê peywendî û teknolojiya ragihandinê ya Komara Îslamiya Îranê, got: Divê peywendiyên di navbera welatan de jibo xizmetgihandina bi aştî û aramiya li navçê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu