İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îran: Planên me dê zirareke mezin bidin Amerîkayê

Berdevkê Sererkaniya Giştî yê Îranê General Mesûd Cezayîrî di axaftina xwe de bertek nîşanî berpirsên amerîkî yên dijberî Îranê dan û got: “Ew carinan wek zarokan xewnan dibînin û nêrînên xwe yên li hemberî Îranê tînin ziman. Halbûkî Îran li gor politikaya xwe ya derve ku dimeşîne wê hemû hêzên biyanî ji herêmê der bike.”

Mesûd Cezayîrî di berdewamiya axaftina xwe de daxuyaniyên berpirsên amerîkî yên dijî Îranê bi pêkenokî nirxand û got: “Ev îdîa ji gotinan pê ve tiştekî îfade nakin. Hetanî amerîkî bi van tiştên zarokane eleqedar bibin em ê nekevin nava endîşeyan.”

Cezayîrî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Welatê me bi civak û xelkê xwe yê şoreşger bawer e û wê neke bin bandora propagandeya reş, hişmendî, tank û topan. Planên me jî li hemberî mueyîdeyên Amerîkayê yên li ser Îranê hene. Ev plan wê zirareke mezin bidin Amerîkayê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version