Tîma melevaniyê ya hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bû qehremana pêşbirkên eskeriyê yên sala 2018`an li rişta melevaniyê.
Li gorî rapora Fars News`ê, tîma melevaniyê ya hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li her heft qonaxên van pêşbirkan rekordên mayînde ji xwe bi cih hişt û navê xwe dî dîroka van pêşbirkan de mayînde kir.
Tîmên melevaniyê yên Rûsiyê û Venezeulayê jî hevpar derketin pila dudiyan û pila sisyan a van pêşbirkan jî bû para tîma neteweyî ya Sûriyê.
Pêşbirkên eskeran a 2018` an li rişa melevaniyê ji yekê Tebaxê heya 9 Tebaxê bi beşdariya zêde ji 100 beşdaran bi mazûvaniya hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Noşehra bakurê Îranê hat lidarxistin.
Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li 16 rişte ji 28 riştên pêşbirkên navneteweyî yên eskerî yên 2018`an beşdar bûne.