ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Rejîma Siudî bila dest ji qirkirina xelkê bê guneh berde

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê boxtanên hin rayedarên Siûdî li bara êrişa Îranê ser Teşkîlata Nifta Siûdî red kir û ew derew da zanîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî şeva borî  got: Eva mirov nerahet dike ku Rejîma Siudî bi xeyala dijminkirina Îranê bi xwe re ji rastiyan direve û hertimbi hilêxistina navê Îranê dixebite şikestên xwe bavêje ustiyê yên din.

Mûsewî ji dewleta Erebistanê re got: Dewsa tawanbarkirina yên din zûka dawiyê bide şêrê xopan li Yemenê ku ti deshateke xwe ji bilê kuştina bêgunehan û wêrankirina vî welatî tine bûye .

Hikûmeta Siûdî li dewama boxtanên xwe yên pûç li dijî Îranê bi şandina nameyekê ji Koneya Ewlehiya Navneteweyî re îdia kiriye ku êrişa ser teşkîlatên nifta vî welatî karê Îranê bûye û ji çekên îranî li vî êrişî îstifade bûye.

Ev îdiayên pûç ên siûdî di rewşekê de ne ku hêzên Yemenê bi weşandina daxuyaniyekê êrişa ser teşkîlata nifta Erebistanê girte sikura xwe.

Başa dön tuşu