Îran: Rejîma Siyonîstî maka pirsgirêkên Rojhilata Navîn e
Alîkarê nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, Rejîma Siyonîstî maka Pirsgirêkên Rojhilata Navîn da zanîn ku siyasetên destdirêjkirî û zêdexwaziyê yên wê, rewş aloztir kiriye.
Îshaq Alê Hebîn, roja pênşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê ya NY li bara “ Filistîn û Rojhilata Navîn“ got: Îranê piştgiriya xwe ji Filistînê cardinê radigihîne û bi hiskirina êş û elem û bê edaletiyên ku çendîn dehekan li filistîniyan hatiye krin piştgiriyê dide mafê serwerî û kivşkirina çarenivîsê ya filistîniyan û avakirina welatê Filistînê bi paytextiya Qudsa Şerîf.
Îshaq Alê Hebîn, pêşîna cinayetên Rejîma Siyonîstî li dijî gelê Filistînê bi bîr xist û destnîşan kir: Konseya Ewlehiyê bi caran çêkirina bajarokçan ji aliyê vê rejîmê şermezar kiriye, lê Rejîma Îsarîlê tim li halê haşakirina mafê filistîniayn û xurtkirina dagirkeriya xwe ye.
Alîkarê nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî destnîşan kir: Çêkirina Bajarokan a ji aliyê Rejîma Siyonîstî ku her roj ber bi pêş e, ne tenê derveyî konvansiyona çaran a Cenevê ye, belkî cinayeta şêr e ku nîşan dide Îsarîlê hemî qayîde û qirarên navneteweyî yên li bara çekên tevkujiyê binpê kiriye.
Îshaq Alê Hebîn destnîaşn kir: Mixabin Konseya Ewlehiyê li çareserkirina mijarên giring yên mîna dagirkirina dayim a Filistînê an bombebarana Yemenê li sê salên buhurî işkest xawriye, bombebarana ku birçîtî, nexweşî û jinavbirina xelkê Yemenê tev xwe aniye.
Alîkarê nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî her wiha bal kişand ser hewldana Emerîka û Rejîma Siyonîstî ji bo guhertina rasitiyan li navça Rojhialat Navîn û got: Mixabin ev du rejîm hewl didin ku tirsandina ji Îranê berbilav bikin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)