FilistînNûçeRojhilatanavin

Lîbêrmen: Em naxwazin bikevin nav şerrekî nû yê dijî Gazê

Wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst ragihand: Erka me eva ye ku pêşiya kêşeyan û qewmîna şerrê dijî Zîvala Gazê bigirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê malpera Filistîn El Yewmê, Avîgdor Lîbêrmen, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst, bal kişand ser vê yekê ku dewleta wî ya dagîrker hin pirsgirêkên din ên mezin li ser sînorên hevpar ên bi Libnan, Sîna û Sûriyê re hene û ragihand: Erka me eva ye ku pêşiya xirabbûna rewşê û gihîştina bi rewşa şerrê dijî Zîvala Gazê bigirin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku HAMAS naxweze bi me re şerr bike û destnîşan kir, HAMAS`ê hêza xwe ya pêşîlêgirtinê ya li hember selefiyên ku dil hene me ber bi şerreka berfireh va bibin, ji dest daye.

Lîbêrmen destnîşan kir: Neyarên li Îsraîlê, bona xwestekên xwe yên di warê şerrê dijî Zîvala Gazê, tevlî selefiyên li Zîvala Gazê bûne.

Wî îdia kir: Divê em bizanibin Yehya El Senwar, rêberê HAMAS`ê li Gazê û kesên din û Salih El Arurî, di rastiyê de nûnerên îranê yên li nav Gazê ne û ji bo xizmetgihandina li berjewendiyên Îranê tev digerin.

Lîbêrmen herwiha got: El Arurî li bin çavdêriya Libnanê dijî û seredana hemî dinyayê dike û di rewşeka baş da ye.

Wî ji bo zextanîna ser rêberên HAMAS`ê  bona guherînê, banî rûniştiyên Gazê  kir.

Başa dön tuşu