ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Îran, Rûsiye, Iraq û Sûriye: Komîteya çaralî ya danûstandina agahiyan dijî DAIŞ`ê çalaktir dibe

Welatên endamê komîteya çaralî ya danûstandian agahiyên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ`ê pêkhatî ji Îran, Rûsiye, Iraq û Sûriyê roja Duşemiyê li Bexdayê li ser xurtkirin û herî pirrtir çalakbûna vê komîteyê li warê şerê dijî têrorîsmê pêgirî krin.

Li gorî rapora IRNAyê, Li vê civînê ku bi mijara rêzgirtina sêyemîn salvegera damezirandina vê komîteyê û bi amadebûna balyozên Îran, Sûriye û Rûsiyê li Bexdayê her wiha Artêşbod Keiseman El Xanimî serokê erkantiya artêşa Iraqê hat lidarxistin, welatên endam daxawza dewama çalakiya vê komîteyê û xurtkirina wê heta serketina dawiyê li hemberî DAIŞ û têrorîstan li vê navçeyê kirin.

Di destpêka vê civînê da serleşkerî Seid El Elaq li axaftinekê rola vê komîteyê û hevkariya çar welatan li têkoşîna dijî DAIŞê li Iraq û Spûriyê bi bandor û serketî da zanîn û got: Hevkariya Îran, Rûsiye, Iraq û Sûriyê û danpûstandina agahî û zanyariyan li warê şerê dijî DAIŞê bû sebeba têkçûna pîlanan têrorîstan ji bo Iraq û Sûriyê; Bi awayekî ku cîhana îro derbarê girîngiya vê rolê li xwe mukur tê.

Elaq her wiha ji hevkariya Îran, Rûsiye û Sûriyê li warê şerê dijî DAIŞê û pêkanîna ewlehî û aştiyê li navçeyê sipasî kir.

Serdar sertîp Mistefa Muradiyan berpirsê leşkerî yê Komara Îslamî ya îranê li bexdayê û nûnerê Îranê li vê komîteyê jî li vê civînê got: Komara Îslamî ya Îranê bi têgihîştina armancên têrorîsmê li navçeyê gihîşte hawara dostên xwe û em îro şanaz in ku ev komîte sêyemîn salvegera damezirandina xwe pîroz dike.

Muradiyan tevî amajeya bi derbên giran ku roja Duşemiyêji aliyê yekîneya mûşekî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li baregehên têrorîstan li rojhilata çemê Firatê li nav axa Sûriyê ketin, destnîşan kir: Vîn  ûiradeya Îranê dewama hevkariya ji bo jinavbirina têrorîsmê ye û gişt dizanin ku Komara Îslamî ya Îranê li vê têkoşînê tam ciddî ye.

Balyozê Sûriyê li Bexdayê jî li axaftinekê destnîşan kir ku welatê wî serbixwe û xwedan hakimiyeta neteweyî ye û li ser vê esasê li hemberî pîlana amerîkî-siyonîstî li dijî xwe rawestiya.

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya çaralî ya danûstandina agahiyan navbera Îran, Rûsiye, Iraq û Sûriyê destpêka Cotmeha sala 2015an hat lidarxistin û roleka çalak li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞê li welatên Iraq û Sûriyê hebûye.

Başa dön tuşu