İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îran, Rûsya û Tirkiye li ser mijara Sûriyê li paytexta Îranê bajarê Tehranê hevdîtinek pêk anîn

Roja Sêşem û Çarşema 18 û 19ê Nîsanê, heyetên Rûsya,Îran û Tirkiyê li Tehranê mijara Sûriyê gotûbêj kirin. Herwiha hat ragihandin ku di hevdîtinê de şandên Neteweyên Yekbûyî jî amade bûne.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA, piştî hevdîtina ku ji rojnamevanan re girtî bû, Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyek belav kiriye. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di civînê de li ser mijarên agirbesta li Sûriyê û pevguhertina girtiyan hatiye axaftin.

Herwiha di civînê de li ser hevdîtinên ku biryar e piştî 2 hefteyan li paytexta Qazakistanê bajarê Astanayê were pêk anîn, hatiye axaftin û her sê alî biryar dane ku rojeke beriya hevdîtinên Astanayê bi asta pisporan civîneke din pêk bînin.

Weke din Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye, ku ew hêvî dikin pêvajoya Astanayê ji bo bidawîanîna krîza Sûriyê, rê veke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version