ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran ser pêwîstiya derketina Emerîkayê ji navçê teqez kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Sefera vê dawiyê ya serokkomarê Emerîkayê bo Iraqê binpêkirina tam a hakimiyeta Iraqê û îhaneta li gelê vî welatî bû.

 Behram Qasimî roja yekşemiyê bal kişand  ser bicihkirina  eskerên Emerîkayê li hin welatên  Rojhilata Navînê û got: Emerîka divê vegere mala xwe û dewsa van xercên  pûç ku dibe sedema  zêdegavî û kuştina  xelkê bêguneh,  baqil biryarê bide ku çi kiryarek bo gelê navçê, cîhanê û heta gelê Emerîkayê pêkantir e.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê balkişand ser biryara Emerîkayê li bara derketina  eskerên vî welatî ji Sûriyê û got: Hîn li vê barê hin şik û guman hene lê ji ber hebûna hemî pirsgirêk û hevraz û berjêrên li Rojhilata Navînê, cihê  Emerîkayê li navçê nîne.

Başa dön tuşu