Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Sefera vê dawiyê ya serokkomarê Emerîkayê bo Iraqê binpêkirina tam a hakimiyeta Iraqê û îhaneta li gelê vî welatî bû.
Behram Qasimî roja yekşemiyê bal kişand ser bicihkirina eskerên Emerîkayê li hin welatên Rojhilata Navînê û got: Emerîka divê vegere mala xwe û dewsa van xercên pûç ku dibe sedema zêdegavî û kuştina xelkê bêguneh, baqil biryarê bide ku çi kiryarek bo gelê navçê, cîhanê û heta gelê Emerîkayê pêkantir e.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê balkişand ser biryara Emerîkayê li bara derketina eskerên vî welatî ji Sûriyê û got: Hîn li vê barê hin şik û guman hene lê ji ber hebûna hemî pirsgirêk û hevraz û berjêrên li Rojhilata Navînê, cihê Emerîkayê li navçê nîne.