AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Îran şeşemîn berhemînerê bafûnê li navçê ye

Serokê desteya rêvebirîyê ya sendîkaya pêşeyên bafûna Îranê got: Komara Islamî ya Îranê di sala 2016`an da bi berhemanîna 342 hezar ton bafûnê, bi pişka xwe ya ji sedî 6`ê li navçê, di rêza şeşem da cî girt.

Hûşeng Gûderzî serokê desteya rêvebir a sendîkaya pêşeyên bafûna Îranê îro li gotûbêja ligel nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê herwiha got: Komara Islamî ya Îranê plan darêştîye ku heta çar salên din 823 hezar ton bafûnê berhem bne ku jibo serê xwe girtina vê armancê divê milyardek û 800 milyon dolar sermaye were bikaranînê.

Gûderzî herwiha got: Hilkolandina berhemanîna bafûnê di sala 2016`an da nîşan dide ku bafûna berhemhatî li welatên derdora Kendava Farsê û Îranê 5 milyon û 571 hezar ton bûye ku Imarat bi berhemanîna 2 milyon û 471 hezar tonî pişka wê ji sedî 44 e.

Li gorî raporên navnetewî şîrketên girîng ên berhemînerê bafûna cehanê Rusal a Ûrsêtê, Alcan a Kanadayê, Alcoa ya Amerîkayê û Chalco ya Çînê ne ku li zêde ji 40 welatên dinyayê kar dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu