ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Siyaseta sereke ya derve ya Îranê, peywendiyên herî baş bi welatên navçêyê re ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got ku siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê ya sereke berfirehkirina peywendiyan tev welatên cînar û welatên navçê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî, li bara nihêrîna erênî ya serokê parlemana Kuweytê li hevpeyvîna bi rojnama El-Şerqê ya vî welatî re got : Bêguman, siyaseta sereke ya derve ya Komara Îslamî ya Îranê hebûna  peywendiyên herî baş tev welatên cînar û welatên navçê ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Îran û hemî welatên cînar xwediyê zirûfên zav jibo hevkariyê û zêdekirina  zirûfên hev jibo cînaretiyeke baş, hevkariya siyasî, geşatiya aborî û rawestana li ber gefên hevpar in.

Qasimî got: Îran li gor siyaseta xwe ya hertimî û prensîpên xwe tim daxwaza ewlehî  û pêşketina  welatên cînar kiriye û ji her cure hewldan û pêngaveke pratîk bi nêta xêrê pêşewaziyê dike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê hêvdariya xwe diyar kir: Siyasetên bi tehrîk (provaksiyon) û nekêrhatî yên hin aliyan bandorê li viyana dewletan a jibo çêkirina peywendiyên bi hevaltî û dabînkirina berjewendiyên dualî û hevaltiya zêdetir a gelan li vê navçê, neke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu