Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got ku siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê ya sereke berfirehkirina peywendiyan tev welatên cînar û welatên navçê ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî, li bara nihêrîna erênî ya serokê parlemana Kuweytê li hevpeyvîna bi rojnama El-Şerqê ya vî welatî re got : Bêguman, siyaseta sereke ya derve ya Komara Îslamî ya Îranê hebûna peywendiyên herî baş tev welatên cînar û welatên navçê ye.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Îran û hemî welatên cînar xwediyê zirûfên zav jibo hevkariyê û zêdekirina zirûfên hev jibo cînaretiyeke baş, hevkariya siyasî, geşatiya aborî û rawestana li ber gefên hevpar in.
Qasimî got: Îran li gor siyaseta xwe ya hertimî û prensîpên xwe tim daxwaza ewlehî û pêşketina welatên cînar kiriye û ji her cure hewldan û pêngaveke pratîk bi nêta xêrê pêşewaziyê dike.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê hêvdariya xwe diyar kir: Siyasetên bi tehrîk (provaksiyon) û nekêrhatî yên hin aliyan bandorê li viyana dewletan a jibo çêkirina peywendiyên bi hevaltî û dabînkirina berjewendiyên dualî û hevaltiya zêdetir a gelan li vê navçê, neke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)