NûçeÎranRojhilatanavinYemen

Îran tekane welat e ku li cem gelê Yemenê ye

Wezîrê karên derve yê dewleta rizgariya niştimanî ya Yemenê got: Komara Îslamî ya Îranê tekane welat e ku li kêleka gelê Yemenê ye.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala televîzyonî ya El-Masîre, Hîşam Şeref wezîrê karên derve yê dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê got: Komara Îslamî ya Îranê tekane welat e ku li hemberî dorpêça hovane li kêleka gelê Yemenê ye.

Şeref bertek nîşanî daxuyaniya Konseya YEyê ya derbarê Yemenê de da û diyar kir ku helwesta Ewropayê ne serbixwe ye û şopdarê siyaseta Amerîkayê ye.

Vî rayedarê yemenî diyar kir ku aştiya ku ji aliyê ewropî ve tê xwestin, tenê bi egera rawestandina êriş û dorpêça hovane û gihandina gelê Yemenê bi mafên xwe yên bingehîn pêkan e.

Wezîrê karên derve yê dewleta rizgariya niştimanî ya Yemenê li hevdîtina berê ya xwe bi nûnerê taybet ê NY li karûbarên welêt “Hans Grunberg” got: Dirêjkirina agirbestê bêyî rêzgirtin ji aliyên mirovî û pêwîstiyên gelê Yemenê. Di encama hewldanên aliyên din ên ji bo afirandina rewşeke di navbera şer û nebûna aşitiyê de, ev tê wateya ku welat bikeve komayê, ev yek bi tevahî nayê qebûlkirin.” wî got.

Başa dön tuşu