CîhanNûçe

Li Kanadayê 54 kesan ji ber germiya zêde canê xwe ji dest dan

Pêla germiyê di heyama heftiya dawî da li rojhilata Kanadayê, canê herîkêm 54 kesan girt.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, Rayedarên herêmî yên Kanadayê roja Îniyê ragihandin ku di encama pêla germbûna hewayê di heyama yek heftiya dawî da li rojhilata Kanadayê, herîkêm 54 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berpirsên tendurustiyê yên vê navçeyê ragihandin ku ji ber pêla germbûna hewayê li Montralê 28 kes mirin.

Wezareta tendurustiyê ya parêzgeha Kêbêkê ragihand ku kesên din li başûrê rojavay7a vê parêzgeha fransîziman a Kanadayê canê xwe ji dest dane. Pêşbînî tê kirin pileya germiya hewayê ji roja Şemiyê va dakeve navgîna demsalê.

Başa dön tuşu