CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Ti hevdîtinên me yên nepenî bi Amerîkayê re tinenin

Berdevê Wezareta Kerên Derve ya Îranê îro duşemiyê di civîneke rojnameviyê de got: Heta niha ti têkiliyeke me bi hikûmeta Amerîkayê re nebûye û roja îro jî tine.

Behram Qasimî îro danê sibehê ji rojnamevanan re axivî û bangeşeyên der barê pêwendiyên nepenî yên Îran û Amerîkayê û şandina peyaman bi riya balyozxaneya Swîsreyê de derewandin û got: Heta niha ti têkiliyeke me bi hikûmeta Amerîkayê re nebûye û roja îro jî tine.

Qasimî da zanîn ku yekane riya pêwendiyên di navbera Îran û Amerîkayê de, gotûbêjên navokî yê li gel 5+1`ê bûne û ji bilî ti pêwendiyek di navbera wan de tinebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu