ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Ti têkiliya bernameya me ya mûşekî bi lihevkirina navokî re tine

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi gotina vîya ku bernama mûşekî ya Îranê têkilîyek bi rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê re tineye, pêkutî kir: Îran erka xwe ya jordabirina şîyanên xwe yên berevanîyê bi merema parastina ewlehîya netewî û bihêzkirina aştî û istiqrara navçeyî dizane.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê SAHAR TV`yê, Behram Qasimî şeva çûyî wekî berteka li hemberî daxûyanîya duh a G-7`ê li Îtalîyayê got: Mûşekên Balêstîk ên Komara Islamî ya Îranê bi awayekî hatine darêştinê ku ceribandinên mûşekî yên Îranê qet berovajî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê nînin.

Qasimî herwiha bibîr xist: Îran pêwîstîya pêbendîya hemî alîyan li sozên xwe li gorî rêketinama navokî û cihanîna xalên vê belgeyê ku li daxûyanîya G-7`ê jî hatîye, pêwîstîya dewama rêketinama navokî wekî belgeyeke çendalî ya sozên dualî dizane.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Îran çavlirê ye hemî endamên G-7`ê sozên xwe di atmosfêreke kêrhatî da bi awayekî tam û hevseng cih bînin.

Qasimî herwiha got: Li gorî raporên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA), Îranê heta vê gavê hemî sozên xwe bi awayekî deqîq û tam cih anîne û çaverêtîya qanûnî ya Îranê eva ye ku alîyên din jî him bi helwestan him jî li piratîkê soz û erkên xwe ji wan di warê rakirina boykotan da cih bînin.

Wezîrên karên derve yên G-7`ê duh li dawîya civîna xwe li Îtalîyayê, li dewama tawanbarkirina Komara Islamî ya Îranê, ji ber bernama mûşekî ya Îranê dilgiranîya xwe nîşan dan.

G-7 ji heft welatên pêşeyî Alman, Fransa, Îtalîya, Japon, Kanada, Ingilîs û Amerîkayê pêk hatîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu