CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

İran: Tu daxwazeke gotûbêja bi Amerîkayê ra di rojevê da nîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê îdiaya hin mêdyayên biyanî derbarê daxwaza Îranê jibo gotûbêja bi Amerîkayê ra û destpêbûna gotûbêja navbera Îranê û Erebistana Siûdî bêbingeh û nedurist da zanîn.

Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berrsiva pirsa nûçegihanan derbarê îdiaya hin mêdyayên biyanî li bara daxwaza Îranê jibo gotûbêja tev Waşîngtonê û destpêbûna gotûbêja navbera Îranê û Erebistana Siûdî, destnîşan kir: Tu daxwazek jibo gotûbêja bi Azmerîkayê ra tuneye û derbarê Erebistanê ji billî mijarên têkildarî Hecê ku bi lihevkirina dualî ji qala mijar û meseleyên siyasî yên du welatan duda bûye, tu gotûbêjek di ti warekî din da navbera du welatan tuneye.

Mûsewî her wiha got: Siyaseta ragihandî û sepandî ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê welatên cînar tam ron û zelal e û li ser esasa rêzgirtina dualî, hesta cînareteiyê bi aştî hevrê digel hevkarî û gotûbêjê ye û tevahiya cînarên Îranê ku bi awayekî rastbînane rasteqînî û alûgorên navçeyî û cîhanî berçav digirin mijara sereke ya pêwendiyên kêrhatî hevrê digel rêzgirtina dualî ye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di vî halî da got: Erebistana Siûdî welatekî girîng li navçeyê ye ku di salên dawî da ketiye ser riyeke nedurust û stratijiyeke nekêrhatî û hema vê yekê gellek qeyran û kêşe li navçeyê pêk anîne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê hêvîya xwe diyar kir ku Erebistan vegere ser riya xêrxwaziya  rasteqîn jibo geln navçeyê û di rewşeke viha da Komara Îslamî ya Îranê mîna hertim amade ye ku bi vî welatî ra d çarçova hevkariyên navçeyî û dualî danûstandinan bike.

Başa dön tuşu