AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û 3 welatên ewrûpî yê bi zûtirkê li Parîsê bicivin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Muzakirên Îranê û 3 welatên ewrûpî Alman, Fransa û Ingilîs derbarê mêkanîzma fînansî (INSTEX) da yê bi zûtirkê li Parîsê destpê bibin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd Ebbas Iraqçî ku ji bo pişkdarîya di şeşemîn dewra gotûbêjên sîyasî yên Îran û Fransayê da çûye Parîsê, herwiha got: Îran bi rayedarên Alman, Fransa û Ingilîsê re yê derbarê cihanîna INSTEX`ê û meseleyên dualî gotûbêjê bike.

Iraqçî herwiha bal kişand ser daxûyanîya YE`yê ya ku duşemê derbarê Îranê de da û got: Di wê daxûyanîyê da tu mercek ji bo Îraên nehatîye kivşkirinê.

YE`yê duşemê şevê di daxûyanîyekê da tevî neyarîya li hemberî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê, digel idiayên din ên vî welatî yên dijî Komara Islamî ya Îranê hevdeng bû.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd Ebbas Iraqçî derbarê vê yekê da ku bereberê cejna çilsalîya Şoreşa Islamî ya Îranê, dewleta Fransayê îzna lidarxistina xwenîşandana dijî Komara Islamî ya Îranê li Parîsê daye koma têrorîst a Munafiqînê jî got: Îranê nerazîbûna xwe ragihandîyr rayedarên fransî.

Başa dön tuşu