Îran û Fransa; Destpêbûna demeka nû ya li peywendiyên piştî Lihevkirina navokî
Klod Barlton (Claude Bartolone), serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê, li çarçoveya berfirehkirina peywendiyên bi Îranê re di warên curbicur de û bi taybet di warê peywendiyên aborî û parliamanî yên li dewra piştî lihevkirina navokî de, bona hevdîtineka çarrojî li Têhranê ye.
Serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê, biryar bû ku 16`ê Hezîrana buhurî seredana Îranê bike lê ji ber kiryara terorîstî ya li bajarê Nîs a Fransayê, ev sefera ma derengiyê. Klod Barlton, şeva duşemiya buhurî hate Têhranê û bernameya karê xwe bi hevdîtina tev Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra îslamiya Îranê, dest pê kir. Ew paşê tev Mihemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve, Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî û Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê re hevdîtin û gotûbêj kiri.
Hesen Ruhanî, serokê KOmara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê, li hevdîtina tev Klod Barlton, serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê, li Têhranê, bal kişand ser îmzekirina bi dehan belgeyên hevkariyê yên di navbera beşên dewletî û sivîl ên Îran û Fransayê de li sefera xwe ya yekem a bo Ewrûpayê ya piştî lihevkirina navokî û herwiha got: Pêvajoya cihhatina hinek ji van hevhatinan, bi başê pêşve diçin. Serokê Komara Îslamiya Îranê, rola parlimanên Îran û Fransayê bona gihîştina bi armancên hevpar, girîng da zanîn û got: Fransa û Îranê, gellek şiyan û zirûf hene ku dikare ji bo geşepêdana peywendiyên di navbera du dewletan de û berjewendiyên du neteweyan, were bi karanîn. Ruhanî li ser cihhatina tam û lezgîn a sozên aliyên gotûbêjker ên Îranê li gotûbêjên navokî, wekî pîwaneka girîng a ji bo pêkanîna pêbaweriyê di navbera Îranê û welatên 5+1`ê de sekinî û got: Îranê hemû sozên xwe yên li lihevkirina navokî cih anîne û li ser poêwîzstiya cihhatina lezgîn û deqîq a wê ji aliyê hemû aliyan ve pêgîriyê dike.
Serokkomarê Îranê, herwiha pêwîstiya hevkariyên hevpar ên di navbera Îran û Fransayê de di warê meselên navçeyî û bi taybet şerrê dijî terorîsmê, bi bîr xist û herwiha got: Komên terorîst, girêdaiyê tu yek ji nirxên mirovantiyê nînin û hemû dizanin ku çek û madeyên teqandinê yên ber destê terorîstan, ji aliyê kîjan welatan ve tênbe dabînkirin.
Klod Barlton, serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê jî bal kişand ser rola bi bandor a Îranê li aramiya navçê û sekinîna li hember terorîsmê û herwiha got: Têhran û Parîs, di warê gellek ji meselên navçeyî û navneteweyî de, nihêrînên wekhev hene û dikarin bi hevkariya bi hev re roleka baş bona çareseriya pirsgirêkên navçe û cîhanê bilîzin.
Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li civîneka hevpar a çapemeniyê tev Klod Barlton, serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê li Têhranê, peywendiyên parlimanî yên di navbera her du welatan de, xwediyê dîrokeka baş da zanîn û herwiha got: Sefera Bartloni bo Îranê, xaleka berbiçav a li peywendiyên parlimanî yên di navbera du welatan bû. Larîcanî destnîşan kir, li hevdîtina tev serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê, li ser berfirehkirina peywendiyên aborî û ji navbirina hin berbendên di navbera du welatan de, gotûbêj hate kirin û li ser meselên navçeyî yên wekî mijara Iraq, Sûriye, Libnan û hin welatên din jî, hin rêçare hatin raberkirin.
Klod Bartlon, serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê jî got, hevdîtin û şêwirîna di navbera rayedarên Îran û Fransayê de, wê alîkariya xurtkirina peywendiyan, cihhatina tam a hevhatinnameyên Viyenayê, rakirina berbendên bankî û beşdariya kompaniyên fransî li Îranê bike û di encamê jî wê bibe sedema berfirehbûna peywendiyên aborî yên du welatan.
Klod Barlton, herwiha li dewama bernameya karê xwe ya li roja sêşemiyê, tev Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê re hevdîtin pêk anî û bi wî re gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)