ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka berdevkê Sipahê Pasdaran li hember îdiaya li dijî Îranî ya Emerîkayê

Berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê wek berteka li hember gotinên kirêt ên nûnera Emerîkayê li NY li dijî Îranê tekez kir: Gişt dizanin ku Yemenê gelek mûşek ji Soviyeta berê û Koreya bakurî wergirtibûn û welatê xwediyê mûşekan li navçeyê bû.

 Nîkî Hîlî nûnera Emerîkayê li NY roja pênşemiyê, 14 Kanûnê bêyî ku bala xwe bide ser piştgiriyên çek û sîlehî yên Waşengtonê ji Erebistanê ji bo bombebarana xelkê mezlûm ê Yemenê, li ber  pirtiyên hesinên ku îdia dikir pirtiyên mûşekên îranî ne, Têhran bi pergalkirina tevgera Ensarullaha Yemenê ji bo êrişa mûşekî ser Riyazê tawanabr kir.

Serdar sertîp Remezan Şerîf roja yekşemiyê li civîna bi rêveberên berpirsiyar û çalakên  medyayî yên parêzgeha  Gulistanê li bakurê Îranê diayr kir: Li halekê ku  Erebistanê ji sê salan berî niha ve  xelkê Yemenê bombebaran dike û hemî çek û sîlehên wan ên siûdî,emerîkî û ewrûpî ne lê nunerê Emerîkayê li NY bi nîşandayîna lûle û boriyekê îdia dike ku  şûna tiliya  îraniyan ser wê de ye.

Berdevkê Sipahê Pasadrên  Inqilaba Îslamî bal kişand ser bikaranîna  amûrên medyayî li dijî Nizama Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê dijminan û got : Ev şantaja heya niha  reftarên  zalimane yên Emerîkayê, Ewrûpa û komên    terorîstî li navçeyê pîne kiriye.

Wî destnîşan kir:  Medyayê dijmin nekarî 6 salan  cinayeta  koma terorîstî ya DAIŞê li navçeyê  û işkesta  vê koma terorîstî nîşan bide û mijareka nû mîna nasandina  Qudsê weke paytexta  Rejîma Îsarîlê xist rojevê.

Berdevkê Sipahê pasdaran, destnîşan kir: Welatên rojavayê bitaybet Emerîka tim işkesta xwe li şantajeke medyayî dinuxumîne û li 10 salên  buhurî heya niha  dema  Erebistan, Emerîka û siyonstan planek li navçeyê destpê kirine, rastî işkestê hatine.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu