EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta karên derve ya Îranê sefîrê Fransayê li Tehranê ban kir vê wezaretxanê

Sefîrê Fransayê li Tehranê de piştî civîna grûpa terorîstî ya Minafiqîn li Parîsê ji bo wezareta derve ya Îranê hate bankirin.

 Duh sêşemê Birêvebirê Giştî yê Rojavayê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Ebulqasim Dulfî bi bankirina sefîrê Fransayê li Tehranê bo vê wezaretxanê, nerizamendiya dewleta Îranê derheq birêketina civîna minafiqan li Parîsê de gihand guhê wî.

Ebulqasim Dulfî got: birêxistina vê civînê ji aliyê kesên ku destê wan bi xwîna gelê Îranê hatiye verdanê û bi piştgiriya xêmdar û bavê grûpên terorîstî yên wekî Taleban, El-Qayide û DAIŞ`ê û şirîkê siyonîstan sedema nerizamendiyê ye û gotinên pûç û sivik ên kesên hanê li dij Komara Îslamî ya Îranê di nava axa Fransayê qet nayê pejirandin.

Birêvebirê Giştî yê Rojavayê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Hêştina vê yekê ku rayedarên welatên din di nav welatekê li dij welatekî din biaxive û propagandan bike karekî li dij maf û qanûnên navneteweyî û li cîhanê de qet tişteke wiha nayê qebûlkirin.Dulfî herwiha xwest ku dewleta Fransayê helwêst û siyaseta xwe ya fermî li bara grûpa terorîstî ya Minafiqîn û piştgirên wê û herwiha li bara gotinên li dij Îranê yên piştgirên terorîstên tekfîrî zelal bike.

Sefîrê Fransayê jî ragihand ku dewleta vî welatî ti pêwendiya xwe bi grûpa terorîstî ya Minafiqîn re tine û wê bifermî nas nake û soz da ku li demdest de nerizamendiya dewleta Îranê li bara civîna vê grûpê bigihîne guhê dewleta xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu