AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran û Îraqê 2 peymanên nû girê dan

Cîgirê wezîrê Îranê yê niftê bal kişande ser serdana hefteya borî ya heyeta îranî bo Îraqê û got: Di vê serdanê de 2 peymanên nû ji aliyê wezîrên niftê yên Îran û Îraqê ve hatin îmzekirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ŞANA`yê, Îmêrhisên Zemanîniya got: Di serdana hefteya borî ya heyeta îranî de, nûnerên Şîrketa Milî ya Nifta Îranê, Şîrket Milî ya Gaza Îranê, Şîrketa Xetên Lûle û Mixabirata Îranê û û her wiha ofîsa nûnertiya Wezareta Nifta Îranê jî cih girtibûn.

Wê got: Di vê serdanê de 2 peymanên nû ji aliyê wezîrên niftê yên Îran û Îraqê ve hatin îmzekirin.

Cîgirê wezîrê Îranê yê niftê her wiha diyar kir: Peymanek di warê berfirehkirina hevkariyan di pêşxistina meydanên hevbeş ên Perwîz û Xuremşeherê de ye û yek jî di warê çêkirina amûran, şandina gaze, nûkirina parzûngehên Îraqê ji hêla şîrketên serbixwe yên Îranê ve û her wiha perwerdeyê de bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu