AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran û Iraqê liyêkgiheştinameyek wajo kirin

Îran û Iraqê liyêkgiheştinameyek li warê damezirandina bajarokên pêşeyî û nûjenkirina pêşeyên her du welatan wajo kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV, ev liyêkgiheştinama hevkarîyê îro bi amadebûna Mihemedriza Nêimetzade wezîrê pêşe, meiden û ticareta Îranê û Mihemed Şîya Sûdanî sergêrê wezareta pêşe û meidana Iraqê li bajarê Têhranê hat wajokirinê.

Mihemedriza Nêimetzade wezîrê pêşe, meiden û ticareta Îranê jinûveavakirin, nûjenkirin, birêxistina bajarokên pêşeyî li Iraqê bi saya zanist û teknîka îranî wek pêşnîyar da alîyê iraqî.

Nêimetzade herwiha peywendîya bankî di navbera Îran û Iraqê da jibo berfirekirina danûistandinên ticarî pêwîst zanî û amadebûna Îranê jibo hevkarîya di warê avakirina jêrxanên Iraqê de ragihand.

Mihemed Şîya Sûdanî sergêrê wezareta pêşe û meidana Iraqê jî di vê hevdîtinê da, xwest ku Îran li deverên sînorî yên navbera her du welatan da 5 bajarokên pêşeyî damezirîne û got: Iraq bi awayekî cidî dixwaze hevkarîyên şîrketên nedewletî yên her du welatan bên berfirekirin.

Sergêrê wezareta pêşe û meidenên Iraqê herwiha xwest Banka Reşîd a Iraqê çiqekê li Îranê veke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu