ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran û Iraqê têgiheştinama têkoşîna li hemberî têrorê û qaçaxê wajo kirin

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî ku piştî serdana heftrojî bo Iraqê şeva çûyî zivirî Têhranê, li koma nûçegihanan li bara encamên vê serdanê got: Li vê serdanê hin muzakire ligel berpirsên pilebilind û dadwerîya Iraqê pêk hatin.

Wî herwiha got: Muzakirê baş ligel rayedarên dadwerîya Iraqê pêk hatin û têgiheştinamên baş jî hatin wajokirin.

Ayetulah Amolî-Larîcanî bal kişand ser xalên vê têgiheştinamê û got: Sekinîna li hemberî qaçaxçîyan, têkoşîna li hemberî têrorîsmê, mafên mirovan ên islamî, têkoşîna li hemberî cinayetên organîzebûyî û madeyên hişber û berteka li hemberî mijarên têkildarî mafên mirovan li asta navnetewî ji xalên vê têgiheştinamê ne.

Serokê dezgeha dadwerîya Îranê bi gotina vîya ku berçavgirtina peywendîyên her du alîyan di asteke bilind da ye, got: Peywendîyên sîyasî, aborî û çandî yên Îran û Iraqê dikarin bên berfirekriinê û biryar e ku ev mijara bê şopandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu