Îran û Koreya Başûr ragihandin wê ji piştî 29ê Tebaxê di bazirganiyê de êdî tenê euroyê bikar bînin.
Li gorî agahiyên nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Midûrê Gelemper yê Karên Siyasî û Ewlehiya Navneteweyî ya girêdayî Wezareta Karên Derve ya Îranê, Hemîd Baidinejad, ragihandiye ku êdî Îran û Koreya Başûr hemû astengiyên li ser bikaranîna euroyê rakirine. Herwiha herdu welatên navborî êdî wê di bazirganiya di navbera xwe de tenê euroyê bikarbînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)