ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Îran û Pakistanê biryara pêkanîna Hêza Berteka Lezgîn li sînorên hevpar dan

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Têhran û Islamabadê biryar dan ku jibo têkoşîna hevpar a dijî têrorîsmê li sînoran, Hêza Berteka Lezgîn pêk bînin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Serokwezîrê Pakistanê Umranxan li Têhranê da herwiha got: Îran û Pakistanê lihev kirin ku hevkarîya di warê ewlehîyê de zêde bikin.

Rûhanî muzaireya digel Serokwezîrê Pakistanê pêngaveke nû di peywendîyên Têhran û Islamabadê de zanî û got: Her du welat micidd in ku ew peywendî bên berfirekirinê û tu welatekî din nikare bandorê li wan peywendîyana bike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha amajeyî potansîyelên Têhran û Islamabadê jibo berfirekirina hevkarîyên ticarî û aborî kir û got: Îran amade ye hewdecarîyên Pakistanê di warê niftê de dabîn bike û pêngavên pêwîst derbarê kemilandina borîya gazê da rake.

Serokwezîrê Pakistanê Umranxan jî di vê civîna çepemenîyê ya hevpar de amajeyî cîgeha Îranê li devera li rojavaya Asyayê kir û got: Têhran û Islamabad dikarin di pêkanîna aştî û istiqrarê li Efganistanê da roleke kêrhatî bilîzin.

Serokwezîrê Pakistanê herwiha kiryarên Amerîkayê yên bifermînaskirina Qudsê wekî paytexta Rêjîma Sîyonîst û naskirina Golana dagirbûyî ya Sûrîyê wek pişkeke erdên vê Rêjîmê, binpêkirina aşkira ya biryarnamên NY zanîn û got: Ew karana binpêkirina mafên mirovan in.

Umranxan amajeyî meseleya Kişmîrê jî kir û got: Pirsgirêka ser Kişmnîrê bi rêya leşkerî çareser nabe û heke ew pirsgirêka were çareserkirinê, dê ticareta herêmê geş bibe.

Serokwezîrê Pakistanê herwiha pêgirî ser pêwîstîya berfirekirina hevkarîyên Îran û Pakistanê di warên curbicur de kir.

Başa dön tuşu