AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û Qirqîzistanê 5 têgiheştinamên hevkarîyê wajo kirin

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îraên û Almasbeg Atambayêf serokomarê Qirqîzistanê roja înîyê li koşka serokomarîya vî welatî li bajarê Bîşkekê di hevdîtinekê da li bara berfirekirina peywendîyên dualî, meseleyên curbicur ên navçê û navnetewî gotûbêj kirin.

Piştî hevdîtina serokomarên Îran û Qirqîzistanê, rayedarên têkildar ên her du welatan 5 belgeyên têgiheştiname û rêketinamên hevkarîyê wajo kirin.

Belgeyên hanê hevkarîya li warên telekom û têknolojîya peywendî û ragihandinê, têkoşîna li hemberî berhemanîn,qaçax ş madeyên hişber, danûistandinên çandî û hunerî, ragihandin û tûrîsm, tenduristî û pizişkî, hevkarîya li karên civakî digirin ber xwe ku di çarçova berfirekirina peywendî û hevkarîyên dualî da hatin îmzakirinê.

Li vê serdanê plana hevkarîyên demdirêj ên Îran û Qirqîzistanê jibo salên 2016-2026`ê û daxûyanîya hevpar a her du welatan jî hatin weşandinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê di qonaxa dawîyê ya serdana xwe ya dewrê, şeva buhurî giheşte bajarê Bîşkekê û li balafirgeha vî şarî bi awayekî fermî ji hêla Almasbeg Atambayêf serokomarê Qirqîzistanê va hat pêşwazîkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu