ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Îran û Rûsya sîstema parastina hewayî bi hev re modernîze dikin

Fermandarê Artêşa Îranê Ataollah Salehî ragihand ku wan sîstema parastina hewayî a taybetiyên wê ji S-300an pêşketîtir çêkiriye.

Ji aliyê din edîtorê Rojnameya Îran Pressê Emad Abşenas da zanîn ku baldariya Îranê ya ji bo S-300yên Rûsî berdewam dike û prosesa entegrasyona S-300an li Îranê destpê kiriye.

Abşenas diyar kir, ji ber ku ji bo welatê wan ya girîng, ew e bi teknolojîya herî pêşkeştî bicîkirina sîstema parastina moşekî ya hewayî ye, Îran ji bo kirîna nifşa nû ya sîstemên Rûsî hewlên xwe didomîne.

Rojnamevanê Îranî herwiha destnîşan kir ku her çiqas Îran çekên modern hilberîne jî ji standina sîstemên Rûsî venagere.

Abşenas got, “Niha di navbera her du welatan de ji bo li Îranê hilberandina hin modelên çekên Rûsî û berhevkirina wan hevdîtin têne kirin. Muhtemel e li ser tankên modern û balafirên şer tê rawestîn.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu