ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û Tirkiye bi dû berfirehkirina hevkariyên giştalî

Wezîrê IT`yê yê Îranê got: Komara Îslamiya Îranê û Tirkiye hewl didin di beşên post (kargo), muxabirat (Telecom) û fezayî de bi ji navbirirna berbendên muhtemel, peywendiyên xwe berfireh bikin.

Mehmûd Waêzî, wezîrê IT`yê yê Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li hevdîtina tev Ehmed Erselan (Ahmet Arslan), wezîrê veguhestin, deryavanî û peywendiyên Tirkiyê li Têhranê herwiha got: Her du alî hes sikin ku di warê tranzît û veguhestinê peywendiyên xwe berfireh bikin.

Waêzî herwiha ji sefera heftiya tê ya Ishaq Cîhangîrî, alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamiya Îranê bo Tirkiyê, agahî da.

Waêzî piştî hevdîtina bi Ehmed Erselan, li civîna hevpar a digel nûçegihanan jî herwiha got: Berbuhuriya hevkariya Îran û Tirkiyê, pirr kevnar e û her du alî hewl didin van peywendiyan li beşên curbicur berfireh bikin.

Waêzî bal kişand ser vê yekê ku yek ji mijarên sereke û herî girîng ên Îran û Tirkiyê, gihandina xwe bo nirxa danûstandinên bazirganiyê yên 30 mîlyard dolarî di salê de ye û got, beşek ji vî karê girîng dikare bi berfirehkirina hevkariyên li warê peywendî û teknolojiya agahiyan, serê xwe bigire (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu