AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û Tirkiye biryarnameya danûstandina niftê û riya hesin îmza kirin

Wezîrê tranzîta Tirkiyê ragihand ku li gorî hevhatinnameya ku di navbera du welatan de hatiye îmzekirin, Tirkiye dê 80 mîlyon yoro riya hesin bide Îranê û li hember wê ji vî welatî niftê bistîne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê ji zarê malpera MA Style`ê, Bînali Yildirim, wezîrê tranzîl, deryavanî û peywendîgirtina Tirkiyê, got ku ev peyman dê li ser sîstêma tehatorî (Raberkirin û wergirtina xizmet û kelûmelan li danûstandina) cih were, bi vî awayî ku tenê palavgeha niftê ya Tirkiyê, yanê Topras, dê ji Îranê niftê wergire û li hember wê kompaniya Kara Demirê dê riya hesin bişîne Îranê.

Berî niha kompaniya Kara Demirê, bi weşandina daxuyaniyekê ragihandibû ku bona firotina 80 mîlyon yoroyî riya hesin bo Îranê, bi vî welatî re gotûbêjê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu