Wezîrê Peywendî û Têknolojîya Lêzanînan ê Îranê Mihemedcewad Azerî-Cehromî û Rêvebirê Gişt UNIDO`yê Li Yong liyêkgiheştinama hevkarîyê li Vîyenê wajo kirin.
Ligorî wê liyêkgiheştinamê, UNIDO wekî şirîkê Wezareta Peywendî û Têknolojîya Lêzanînan a Îranê yê bi merema piştgirîya ji çalakîyên Startepan û xizmetên curbicur jibo pêkanîna derfeta karkirinê di warê ITC`yê de hevkarîyê bike.
Îranê hevkarîyeke çaralî digel Ûrsêt, Azerbaycan û Tirkîyê di warê geşkirina karê Stratepan li herêmê destpê kirîye û ligorî wê UNIDO wekî rawêjkarê Îranê derbasî vî warî bûye.
UNIDO Sazîya Pêşxistina Pêşeyî ya NY ye ku meqera wê li Vîyenê ye. Armanca sereke ya vê sazîyê jordabirin û lezandina pêşxistina pêşeyê li welatên di halê pêşketinê de yan aborîyên di halên pêşketinê û berfirekirina peywendîyên pêşeyî yên navnetewî ye.