ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îmam Hisên (S) mînakek ji bo hemî azadeyên cîhanê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rojên şîngêriya ji bo Îmam Hisên (S) ji babetên peywendiyên girîng ên misilmanan û heta gelek şopînerên olên din in.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rojên şîngêriya ji bo Îmam Hisên (S) ji babetên peywendiyên girîng ên misilmanan û heta gellek hogirên olên din in.

Hesen Rûhanî serokê Komara îslamî ya Îranê roja şemiyê li hevdîtina digel komeke îraniyên niştecihê Maliziyê li Kovalampûra paytexta Maliziyê herviha got: Hezretê Îmam Hisên (S) îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê ne tenê mînakek ji bo gelê mezin ê Îranê, belkî mînakek ji bo hemî azadîxwazên cîhanê ye.

Rûhanî got: Gelê Îranê li Înqilaba Îslamî û şerê sepandî (şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê ji sala 1980`î va) bi bimbarekiya navê Îmam Hisên (S) û naveroka Aşûrayê karî li hemberî welatên hêzxurt bi ser bikeve.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Vîn, îman, coş û kelecana gelê Îranê ya ku koka xwe ji çand û naveroka Aşûrayê wergirtîye bû sedema serketinê û îro rojê jî bi heman çand û baweriyê dê pirsgirêkan li pey xwe bihêle.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herviha îraniyên li derveyî welêt wekî sermaya neteweyî û hokara pêwendiya gelê Îranê û welatê ku lê dijîn da zanîn û got: Divê hemî kes bi exlaq û liv û tevgerên îslamî abûra Îranê û berjewendiyên xelkê biparêzin û eva erkeke mezin e.

Rûhanî hewcetiya îro rojê ya cîhana îslamê yekîtî, exlaqa îslamî, şopandina rêka peyamberê îslamê (S) û têgihîştina ayetên qurana pîroz da zanîn û ji îraniyên niştecihê Maliziyê ra got: `Erk û pêspartiya din a we eva ye ku rewşê ji bo berfirehbûna peywendiyan amade bikin; Divê hûn derfet û zirûfên Îranê ji Maliziyê ra û derfet û zirûfên Maliziyê ji gelê Îranê ra bidin nasandin`. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu