AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û Yekîtiya Ewropayê ji helwêstên bi rexne heta hevkariyên stratijîk

Vîktor Orban serokwezîrê Hongaryayê (Mecaristan) li hevdîtan digel wezîrê karên aborî û heyitiyê yê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser berfirehkirina peywendiyên navbera du welatan li warên cûrbicûr ên aborî û ênêrjiyê, got: Îranê roleke girîng li warê pêkanîna aramî û ewlehiyê li navçeyê heye. Elî Teyibniya wezîrê karên aborî û heyitiyê yê Îranê ji bo beşdariya li yekemîn komîsiyonan hevpar a hevkariyên aborî di navebra Îran û Hongariyê berê xwe daye Bodapistê.

Pêkanîna peywendiyên bankî navbera du welatan û rakirina berbend û astengiyên heyî ji bo çalakiyên aborî û zêdekirina asta danûstandinên ticarî ji mijarên girîng ên vê civînê bûn. Li vê çarçovê Banka Geşepêdana Derfirotinê ya Hongariyê (Exim Bank) ji bo zêdekirina danûstandinên bazirganiyê nava du welatan da xeteke hitbarî ya 85 miliyon Euro`yî ji Îranê ra terxan kir. Şeş belgenameyên hevkariya li warên aborî, çandî û werzişî jî di navbera Îran û Hongariyê bi amadebûna wezîrê karên heyitî û aboriyê yê Îranê û `Pîtir Siyarto` wezîrê karên derve û ticaretê yê Hongariyê hatin wajokirin.

Gotinên Vîktor Orban li civîna Bodapistê û pêgiriya wî li ser bikaranîna hemî derfetên hevkariyê li warê danûstandinên teze yên Îran û Ewropayê ji çend hêlan va dikare were hilkolandin. Di rastiyê da em dikarin van gotinan li çarçova bandor û fîdbeka meşa ber bi pêşda li danûstandinên Îran û Ewropayê piştî cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar her wiha li çarçova hevhelwêstiya li babetên naskirî li warê peywendiyên duyalî binirxînin. Niha Îran û welatên ewropî derbasî qonaxeke nû ya hevkariyan bûne ku pîvan û taybetiya wê ya herî girîng hevkariya li warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê, qaçaxa madeyên hişber û sûcên birêxistinkirî ye.

Ev hevsengî nîşan dide ku gotûbêjên Îran û Ewropayê ji asta rexnekirane derbas bûye û gihîştiye asta hevkariyên stratijîk. Elbete Amerîka nêzikbûneke viha naxwaze û bi mehneyên sexte û derew hewil dide ku rê li ber berfirebûna peywendiyên Îran û Yekîtiya Ewropayê bigire; Lê Ewropa li helwêstên ku digire ber xwe nîşan daye ku nikare bo hertim dîla siyaset û xwestekên yekalî yên Amerîkayê be; Ewropayê carekê bandorên nerênî yên vê stratijiyê li şopandina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê dît û êdî naxwaze ku ji nû va tecrube bike.

Fêdêrîka Mogirîniyê – berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê – pêştir jî li gotûbêjên digel rayedarên Îranê qala vê yekê kiribû û gotibû ku Yekîtiya Ewropayê biryar daye ku hevkariyên xwe digel Îranê bi armanca dabînkirna berjewendiyên hevpar berfire bike. Mogirîniyê wek berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê demek berî niha jî li hevpeyivînekê digel kanala CNN`ê bal kişande ser helwêsta Trump li bara Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û destnîşan kir: `Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar lihevkirineke duyalî ya navbera Îranê û Amerîkayê nîne; Eva lihevkirineke çendalî ye ku li çarçova biryarnameyênn Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye pesendkirin“.

Niha em bi tekûzî dikarin bêjin ku Yekîtiya Ewropayê girîngiyeke taybet dide rola Îranê wekî hêmaneke aramker li navçeyê. Ji ber viya li hevdîtin û civînên hevpar li ser zêdekirin û xurtkirina hevkariyên duyalî pêgiriyê dike. Ev asta gotûbêjan li gorî nêrînên Yekîtiya Ewropayê li bara babetên siyasî yên navçeyê dikare bibe sebeb ku hevgirtinên siyasî xurt bibin û ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê bikêr be.

Îran û welatên ewropî renge li hemî waran da bi hetim nêrîna xwe ya hevpar tinebin; Lê warên hevpar ên girîng li helwêstên du aliyan û li nêrîna li ser babetên giştî li navçeyê hene. Ev babetên hevpar dikarin bibin sebeb ku helwêst û nêrîneke kêrhatî ji bo peydakirina rêkaran ji bo mesele û gefên hevpar pêk were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu