AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna OPEC`ê li Vîyenê destpê bû

171`emîn civîna endamên Sazîya Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) li Vîyena Otrîşê destpê bû.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nift û ênêrjîyê (SHANA), Heke endamên OPEC`ê li civîna xwe ya durojî li Vîyenê ku ji îro va destpê bû, lihev bikin, yê pişka her welatekî endam milyonek heta milyonek 200 hezar bermîl kêm bibe.

Mihemed Ibnê Salih Sade wezîrê pêşe û ênêrjîya Qeterê serokatîya civîna OPEC`ê li Vîyenê dike.

Li gorî lihevkirinên destpêkê ku di 28`ê Îlonê li Cezayirê da pêk hat, asta derxistina nifta OPEC`ê yê dakeve 32 milyon û 500 hezar bermîlî heta 33 milyon bermîlî di rojê da.

Karzanan pêşbînî kirine ku heke asta derxistina nifta OPEC`ê dakeve, bihaye bermîleka niftê yê bigihêje 50 heta 55 dolarî.

Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Îranê geşbînîya xwe li bara encamên vê civîna OPEC`ê dîyar kir û ragihand ku Endamên OPEC`ê yê bikaribin li bara kêmkirina asta derxistina nifta vê sazîyê lihev bikin.

Xalid Falih wezîrê niftê yê Erebistanê jî gotîye ku welatên endamê OPEC`ê nêzîkî lihevkirinê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu