NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama êrişên bi hawanê yên terorîstan ser Şamê

Di encama êrişên bi hawanan ên trorîstan ser Şama paytexta Sûriyê û derdora wê, herî kêm du kes ji wan zarokek hatin kuştin û du kesên sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB ji zarê Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), terorîstên çekdar yên li xûteya rojhilat a Şamê li dewama êrişên xwe yên bi hawanan ser navça xelktêde ya Herestayê, sê hawan ber bi vê navçeyê ve avêtin ku di encama wê de keçikeka ciwan hate kuştin.

Terorîstan herwiha xisarên zav li mal û heyîtiyên xelkê xistin. Terorîstên çekdar ên li xûteya rojhilat, pênc hawan û rokêt jî ber bi malên xelkê li bajarê Şamê ve avêtin û du kesên sivîl birîndar kirin û xisarên zav li mal û heyîtiyên xelkê xistin.

Herwiha terorîstan hawanek ber bi bajarê Cermanayê li parêzgeha rîfa Şamê ve avêtin ku di encama wê de zarokek hate kuştin.

Di encama êrişên bi hawanan yên terorîstan di roja sêşemiyêde ser taxa Humsî ya li bajarê Cermanayê jî herîkêm du zarok hatine kuştin û 5 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Eva heft sal in ku Sûriye bi hebûna komên çekdar û terorîstî yên wek DAIŞ û Cibhetunusrê ku ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên navçê bi taybet Erebistanê ve pişta van tê girtin, rastî qeyranê hatiye.

Başa dön tuşu