IraqNûçeRojhilatanavin

700 çekdarên DAIŞê li Mûsilê mane ku piraniya wan xweku jin

Serokê lêjneya bersivdayîna raportên navdewletî ya Hêremê Kurdistana Iraqê, Dîndar Zêbarî ragihand, tê gotin ku li Mûsilê derdora 700 çekdarên Mûsilê mane ku piraniya wan xwekuj in.

Dîndar Zêbarî ji BasNewsê re axivî û got, tê xuyakirin ku hinek koçberên din jî ji Mûsilê derbasî Hêremê Kurdistana Iraqê bibin. Lê ji ber ku piraniya bajarê Mûsilê hatiye azadkirin, hejmara wan koçberan zêde nabe.

Berpirsê lêjneya bersivdayîna raportên navdewletî her wiha got, li gorî amarên navdewletî derdora 300 hezar sivîl li nav Mûsilê mane. Eger hikûmeta Iraqê xizmetguzariyek baş bike dê hejmarek kêm ji wan derbasî Hêremê Kurdistana Iraqê bibin.

Dîndar Zêbarî li ser hejmara çekdarên DAIŞê yên li Mûsilê jî got, tê texmînkirin ku derdora 700 çekdar li rojavayê Mûsilê mabin, piraniya wan jî xweku jin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu