ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê 130 ton oranîyom kirrîye, yê bizûtirkê derbasî welêt bike

Berdevkê sazîya enerjîya atomê ya Komara Islamî ya Îranê got ku bi zûtirkê yê 130 ton oranîyoma ku hatîye kirrînê derbasî welêt bê kirinê.

Bêhrûz Kemalvendî berdevkê sazîya enerjîya atomî ya Îranê îro li gotûbêja ligel nûçegihanê me herwiha got: Berî vîya jî nêzî 220 ton oranîyom derbasî welêt hat kirinê ku ev yeka Îranê dixe rewşeke baş.

Wî li bara mijara plandarêjîya jinûve bo reaktora Erakê û nakokîya nêrînê ya ligel alîyê çînî di vî warî da got ku hemî mesele hatine çareserkirinê û nakokîya mayî têkildarî bihaya vê projê ye.

Kemalvendê herwiha got: Muzakireya li bara bihaya cihanîna projê, karê jinûve darêştina plana avakirina reaktora Erakê paşda naxe ji ber ku beşa sereke ya plandarêjîyê karê pisporên îranî ye û hewce nake bidin çînîyan.

Berdevkê sazîya enerjîya atomê ya Îranê bal kişand ser şeşemîn civîna komsyona hevpar a rêektinama navokî li bajarê Vîyenê û got: Amerîkîyan di wê civînê da soz dane ku pêşîya dûhatên dirêjkirina boykotên dehsalî li dijî Îranê bigirin.

Kemalvendî herwiha got: Li civîna Vîyenê mijara nerazîbûna Têhranê li hemberî binpêkirina rêketinama navokî bi baykotên li dijî Îranê li Kongira Amerîkayê, hat hilêxistinê.

Berdevkê sazîya enerjîya atomê ya Îranê li dawîyê got: Li civîna komsyona hevpar hat gotin ku heke dûhatên boykotên hanê Îranê bigirin ber xwew, bêguman ev yeka yê binpêkirina berfire ya rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bê hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu