ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê 52 papûr bona dabînkirina ewlehiya behrên bakûr û başûr şandine

Qumandê hêzên deryayî yên artêşa Komara îslamî ya Îranê ragihand ku bona dabînkirina ewlehiya behrên başûr, bakûr û avên azad 52 papûr bo nav van behran hatine şandin.

Emîr Deryadar Hebîbullah Seyarî qumandê hêzên deryayî yên artêşa Komara îslamî ya Îranê li gotûbêja tev ajansa nûçan a IRNA`yê, bal kişande ser fermana rêberê giranqedre inqilaba îslamî li ser hizûra hêza behrî ya Îranê li nav behrên azad destnîşan kir: niha 47 papûrên îranî li nav behrên başûrî li memûriyetê dane û pênc papûrên din yên ser navê gemiyên aşitî û dostiyê jî ji aliyê behra bakûr ber bi welatên derûdora Kendava Farsê hatine şandin.

Seyarî destnîşan kir: Hêza deryayî ya Îranê xebatên berfireh li behrên başûr û bakûr cih anîne û bona dabînkirina ewlehiya behrên azad , uqyanûsa Hindûstanê û Kendava Edenê jî xebatên zav cih anîne.

Başa dön tuşu