NûçeRojhilatanavinSûriye

Peydakirina gorneka komî li bajarê Reqayê

Komîteya avedankirina bajarê Reqaya Sûriyê li bara keşfkirina bi dehan meytên terorîstan û xelkê sivîl li gorneke komî li vê navçê û meqera berê ya koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê agahî da.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîzyona ya Sky Newsê ya Brîtanyayê, komîta  avedankirina bajarê Reqayê roja şemiyê raghand ku ev gorna komî li werzişgeheke fûtbolê, nêzîkî nexweşxaneya  DAIŞiyan beriya işkesta li Reqayê li wir bi cih bibûn, hatiye kolandin.

Pêştir jî artêşa Sûriyê du gornên komî li derdora Reqayê bi 200 meytan keşr kiribû.

Koma welatên  rojava-erebî li dijî sûrî bi pêşengiya  Emerîkayê ji heft salan berî niha bi stratejiya sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya  Sûriyê bû sedem ku bi dehan hezar terorîstên  tundrê ji welatên  curbicure cîhanê berê xwe dane  vî welatî û ji çek û sîlehên  pêşketî-pere û piştgiriyên  lêaznînî behre wergirtine.

Başa dön tuşu