AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê bersiva daxûyaniya hevpar a Tirkiyê û Konseya Hevkariya Kendava Farsê da

Wezareta karên deve ya Îranê ragihand: Rewşa diltezîn û bê ewleh li Sûriye, Yemen, Behreyn, Iraqê û Lîbyayê encama destwerdana piraniya wan welatan e ku li Riyazê li hev civiyane û niha rêçareya cebirandina siyasetên xwe yên têkçûyî li vê yekê dibînin ku aliyên din tawanbar bikin.

Wezareta karên deve ya Îranê ragihand: Rewşa diltezîn û bê ewleh li Sûriye, Yemen, Behreyn, Iraqê û Lîbyayê encama destwerdana piraniya wan welatan e ku li Riyazê li hev civiyane û niha rêçareya cebirandina siyasetên xwe yên têkçûyî li viya dibînin ku aliyên din tawanbar bikin.

Wezareta karên derve ya Îranê roja şemiyê, 15`ê Cotmeha 2016`an, li bersiva daxûyaniya dawiyê ya civîna hevpar a wezîrên karên derve yên welatên endama Konseya Hevkariya Kendava Farsê û Tirkiyê li Riyaza paytexta Erebistanê, got: Komara Îslamî ya Îranê ji pêşengên plan û îdeya Rojhilata Navîn a vala ji çekên tevkujiyê bûye û heke rastbêjî û reftara dostane ji welatên navborî bibîne, hazir e ku hevkariya xwe digel wan li çarçova serêxwegirtina vê îdeyê pêk bîne.

Li daxûyaniya wezareta karên derve ya Komara îslamî ya Îranê hatiye ragihandin: Welatên ku destwerdana wan û kiryarên wan ên  dûrî berpirsiyariyê li welatên din bûne sedema berfirebûna şer, têrorîsm û bê ewlehî  li van welatan û hêjî gotinê ye welatên beşdarê vê civînê hakimiyet û serweriya neteweyiya cînarên xwe dane bin piyên xwe,  vêca ew di hed û astekê da ninin ku şîretê li aliyên din bikin ku mudaxileya li karên navçeyê nekin.

Wezareta karên derve ya Îranê ragihand: Berteka yekalî ya van welatan li hemberî hewildanên ku ji bo azadkirina tam a Helebê ji bin dagirkeriya komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya wan pêk tê, di rewşekê da ye ku cinayetên berdewam ên van koman rewşa herî xerab û diltezîn a mirovî ji bo gelê bajarên cûrbicûr ên Sûriyê ji Helebê heta bajarên din ên dorpêçbûyî çêkiriye.

Wezareta karên derve ya Îranê ragihand: Hewildana ji bo rawestandina van nijadkujî û cinayetên dijî mirovahiyê li Helebê heman tişt e ku dibe sedema pêwîstiya baldariya lezgîn a civata navneteweyî .

Li ser esasa vê daxûyaniyê, Komara îslamî ya Îranê zêdebêjiya piraniya welatên kombûyî li Riyazê li bara yekparçetiya axa xwe û hakimiyeta neteweyî ya tekûz û bê veger li ser giravên sêgane yên îranî şermezar dike û wê yekê wek mînaka destwerdana li karên welatên din dizane.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, wezîrên karên derve yên welatên endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê û Tirkiyê roja pêncşemiyê, 13`ê Cotmeha 2016`an, li Riyazê daxûyaniyek weşandin ku hin beşên wê li dijî Îranê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu