İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îranê bertek nîşanî idiayên NATO`yê da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: SÊkrêtêrê gişt NATO`yê divê zêdetir dilgiranê sîyasetên yekalî û bitehluke yên Amerîkayê û pêbendnebûna vî endamê NATO`yê li sozên navnetewî yên xwe be.

Jens Stoltenberg, Sêkrêtêrê Gişt NATO`yê şeva buhurî idia kir: Welatên endamê NATO`yê dilgiranê kiryarên bêistiqrarkir ên Îranê li herêmê ne û ji bo sekinîna li hemberî vê pirsgirêkê, di warê lêzanînan de hevkarîyê dikin.

Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê şeva buhurî wek berteka li hemberî van gotinên Sêkrêtêrê Gişt NATO`yê yên dijî Îranê got: Îran ku xwe gorîyê herî mezin ê dîyardeya şûm a têrorîsmê ye, tevî hevalbendîyên propagandeyî û nimayişî yên l idijî komên têrorîst ên ku hin welatên taybet û şirîkên wan ew bi rê xistine, rola herî kêrhatî di warê bidawîanîna serdestîya komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê li herêmê lîstîye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Berovajî gotinên Sêkrêtêrê Gişt NATO`yê, pişkeke berfire ya civaka navnetewî derheq rola avakir a Îranê di warê pêkanîna istiqrarê li Kendava Farsê û Rojhilata Navînê mukur tê û heke têkoşîna bi dil û can a Îranê li hemberî komên têrorîst neba, roja îro gellek welat û şarên Ewropayê dê ewlehîya pêwîst tinebana.

Qasimî herwiha got: Bê şik divê gellek welatên ewropî ji ber têkoşîna kêrhatî ya Îranê di warê tepeserkirin û kontrolkirina têrorîêstan li navçê e sipasîyê bikin, ne ku wek bersiva li hemberî van sîyasetên avakir û kêrhatî di warê dabînkirina ewlehîya xwe de pêrgî pirs û gumanan bibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha idiaya Sêkrêtêrê Gişt NATO`yê derbarê bernama mûşekî ya Îranê de ret kir û got: Bernama mûşekî ya Komara Islamî ya Îranê ji bo pêşîlêgirtin û xweparastinê ye.

Qasimî bi bîr xist: Îranê wekî hemî welatên serbixwe yên cîhanê mafê sûdwergirtina ji bernamên asayî yên leşkerî û berevanîyê ji bo xweparastinê heye û bê guman hilêxistina dilgiranîyên bêçine bandorê li sîyaseta Komara Islamî ya Îranê ya di warê parastin, pêşxistin û xurtkirina şîyan û bernama berevanîya mûşekî nakin.

Exit mobile version