ÎranNûçeRojhilatanavin
Îranê bi fermî dijatîya xwe ji bo referandoma herêmê ragîhand

Komara Îslamîya Îranê li dor referandoma serxwebûna herêma Kurdistanê bi fermî helwestê xwe dîyar kir.
Behram Qasmî, peyvdarê wezareta derve ya Îranê ragîhand; Îran dijî referandoma herêma Kurdistanê ye ji bo serixwebûnê, Kurdan jî maf di destûra Îraqê da heye û nabe dijayetîya serwerî û yekparçeyîya Îraqê bikin.
Qasmî ragîhand; ew mijarên dikevin di qadê da ne tiştên nû ne, berî niha jî gelek caran ew mijar hatine berçav kirin û got; bêgoman dê piştevanîya yekparçeyîya Îraqê û serwerîya wê bikin, dijyayetîya her parçebûn û cudabûnekê jî dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)