AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê biryar da pereyê xwe biguhere

Kabîneya Hesen Rûhanî Serokomarê Îranê roja çarşemiyê projeyek pesend kir, ku li gorî wê projeyê dê pereyê Îranê ji Riyalê bo Toman biguhere.

Ew proje ji aliyê Banka Navdewletî ya Îranê ve bi mebesta encamdana reformên darayî pêşkêşî Hikûmeta Îranê hatibû kirin.

Bo cîbicîbûna wê biryara hikûmeta Îranê, pêwîst e parlamentoya Îranê û Encumena Şarezayan jî biryarê pesend bikin.

Hikûmeta Îranê ragihandiye, armanc ji guhertina pereyê fermî, kêmkirina sifrek ji pereyê wî welatî û kontrolkirina giraniyê û zêdebûna rêjeya pereyê next di bazarê de ye. Pêştir behsa wê yekê hebû, ku 3 an jî 4 sifir li pêşiya pereyê fermî yê Îranê bihê rakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu