ÎranNûçeRojhilatanavin
Îranê cezayê îdamê li sîxurekî Mossadê birî
Hat ragihandin ku li Îranê kesekî ku derheqê xebatkarên nûkleerî de agahiyên veşartî didan Îsraîlê cezayê îdamê lê hat birîn.
Serdozgerê Îranê Ebbas Caferî Dolatabadî di axaftina xwe de got: “Ev kes bi Mossadê re hevdîtin dikirin û di beramberî pere û îkametgeha Swîsrayê de agahiyên veşartî yên nûkleera baregehên Îranê didan.”
Serdozger Ebbas Caferî Dolatabadî navê kesê ku agahiyên veşartî didan Îsraîlê û cezayê îdamê lê hat birîn eşkere nekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)